Ji ber firehbûna agir 20 hezar kes bi neçarî malên xwe bi cih hêştin

Cîhan 10:21 AM - 2026-08-09
Şewata li Kanadayê PUKMEDIA

Şewata li Kanadayê


Ji ber şewateke mezin a daristanan li Kanadayê rewşa awarte hat ragihandin, ku ji ber wê zêdetirî 20 hezar kes neçar man malên xwe bi cih bihêlin û bi dehan kes jî asê man.

Berpirsên Kanadayê li herêma Birîtîş Columbiya piştî derketina şewateke mezin a daristanan rewşa awarte ragihandin, piştî ku şewat bi hêz û lezgîn zêdetirî 20 hezar kes neçar kir ku di şevê de malên xwe vala bikin.
Ji ber leza belavbûna agirê û guherîna rewşê, hejmarek welatî li herêmê asê man û tîmên rizgarkirinê bi helîkopteran dest bi veguhestina wan kirin.

Serokwezîrê Kanadayê tevî spaskirina tîmên vemirandina agir, ragihand ku hikûmet bi hemû hêza xwe alîkariya herêmên ziyangihayî dike û berpirsên xwecihî jî hişyariyê didin ku agir hîn jî bi tundî berdewam e.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket