Serok Bafil bo Partiya Sosyal Demokrat ya Kurdistanê:YNKê rêzê li dîroka têkoşîna û we digire

Kurdistan 05:25 PM - 2026-08-08
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Nivîsingeha Rojnamvanî ya Serok Bafil

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Serok Bafil

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyal Demokrat ya Kurdistanê peyamek belav kir ku di peyamê pîrozbahiyê arasteya serokê partiyê kir û ragihand ku YNKê rêzê li têkoşîn û rola dîroka we û partiya we ya têkoşer digire, ku beşek ji dîroka şoreşa nû û tevgera rizgariya gelê Kurd in.

Naveroka Peyamê:

Birêz Mihemed Hacî Mehmûd, Serokê Partiya Sosyal Demokrat ya Kurdistanê


Bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyal Demokrat ya Kurdistanê, em ji dil ve bi germî pîrozbahiyê li we, serokatiya we, endam û alîgirên we dikin û serkeftinên bêtir ji we re dixwazin.

YNKê rêzê li têkoşîn û rola dîrokî ya we û partiya we ya têkoşer digire, ku beşek ji dîroka şoreşa nû û tevgera rizgariya gelê Kurd in.

Di vê rojê de, em tekezî li ser berdewamî û xurtkirina têkiliyên xwe dikin daku em bi hevre kar bikin û gavên ji bo baştirkirina rewşa Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan ji bo welatê xwe bavêjin.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA






zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket