Çawa şêwazê jiyanê welatiyekî Dêrikê bala medyayê kişandiye?

Kurdistan 05:23 PM - 2026-08-06
Welatiyê Kurd yê Dêrîka Hemko Kurdistanî Nwê

Welatiyê Kurd yê Dêrîka Hemko

Rojavayê Kurdistanê

Welatiyekî gundê (Girkendal) ê li devera Koçeratê ya ser bi Dêrika Hemko ve li Rojavayê Kurdistanê, bi sîmayeke taybet û şêwaza jiyaneke resen a kurdewarî, bala welatî û medyayê li navçeyê kişandiye ser xwe. Ew bi simêlên xwe ya pir û dirêj û cilûbergên xwe yên rêkûpêk ên kurdewarî yên Zagrosî naskirî ye, û cilûbergên resen ên gundnişînên kevn ên kurd li xwe dike.

Parastina Nasnameya Neteweyî û Mîrata Kurdewariyê

Di vî warî de, Rênas Remezan ji gundê Girkendal li Dêrika Hemko, ji Rojnama `Kurdistanî Nwê` re axiviye û ragihandiye: Ji temenê zaroktiya xwe ve ta niha, cilûberg, simêl û şêwaza jiyana min a rojane girêdayî mîrata çandî û resenatiya kevin a bav û kalên me ne. Ev hilbijartin ne tenê wekî şêwazekî kesane, belku wekî derbirîna naskirina neteweyî û parastina bihayên dîrokî û çandî yên Kurdistanê tê dîtin.

Rênas Remezan her wiha got jî: Li hemû ew bajarên Sûriyê û bajarên ciyawaz ên Bakurê Kurdistanê ku min serdan kirine, her tim bi heman cilûbergên kurdewarî ve bûme. Ev helwesta min nîşaneya dilsozî û pabendbûna min e bi nasnameya kurd û parastina mîrata çandî ya kurdewarî. Di hinek rewşên siyasî û civakî yên hesas de bûye sedema avabûna metirsiyê li ser jiyana min, lê ew metirsî û asteng nekirin ku ez ji baweriya xwe ya bi girîngiya parastina resenatiya kurdewarî paşve gav bavêjim, belkî ez zêdetir li ser berdewamibûna li ser wî rêbazê pîroz ê kurdewariya me bi sirûştî pêdagir bûm.

Rênas dibêje: Nêzîkî 200 serî pez û bizinên min hene, xwedîkirina ajalan beşeke girîng a jiyana min a rojane pêk aniye. Ji ber wê, ez rojane bixwe serperiştiyê ji bo ajalan dikim û agahdarî wan dibim. Ez di wê baweriyê de me ku baştirîn şêwaza xwedîkirina ajalan ewe ku xwediyê wan bixwe ji nêz ve çavdêrî û xwedîkirina wan bike.

Hişkesalî û kêmbarînî bandoreke neyînî li debara xelkê kir

Rênas Remezan amaje bi wê yekê jî kir ku di salên derbasbûyî de, hişkesalî û kêmbarînî bandoreke neyînî li ser lewerge û çêreyên sirûştî yên devera wan kiribû ku ji ber wê ziyaneke berçaw li ajalên wî û sektora ajaldariyê li Rojavayê Kurdistanê bi giştî ketibû, lê îsal bi guhêrînên keşwehêwa û zêdebûna baranê, çêreyên gundên devera `Koçerat`ê û sînorê Dêrika Hemko geşedaneke baş kirine û rewş ji bo xwedîkirina ajalan gelekî guncawtir e li gorî salên derbasbûyî. Ji ber wê, ew hewl dide bi piştvebestina bi ezmûna çendîn salan a şivantiyê, baştirîn ciha ji bo çêrandina pez û bizinên xwe hilbijêre, daku tendurust bin û berhema wan baştir be.

Wî got jî: Ji bilî xwedîkirina ajalan, çendîn cureyên firindeyên kurdî li mala xwe xwedî dikim. Her wiha ez gelekî kêfxweş im bi pîşeya xwe, jiyana min a rojane tevlêheviyek e ji kar û xuliyên sirûştî yên kevn ên kurdewarî. Ji bilî pîşeya şivantiyê, demên din ên rojane bi vexwarina çayê û nêçîrê derbas dikim. Ev yek bû sedem ku ez bibim sembola jiyana resena gundnişînên eşîreta Mîranî li Dêrika Hemkoyê ya Rojavayê Kurdistanê bi giştî.
Dîroka Eşîra Mîran û Bîranînên Serok Mam Celal

Di dawiyê de Rênas got: Tê bîra min dema ez zarok bûm, serokê neteweyî Mam Celal Talebanî beşdarî merasîma serxweşiya Ebdulkerîm kurê Nayif Paşayê Mistefa Axayê Mîranî bû li gundê (Doxenzîr). Ew bîranîn yek ji wan bîranînên zaroktiya min ku hê jî di mêjî û hişê min de maye.

Hêjayî gotinê ye ku gundê (Girkendal) yek ji gundên kevin ên devera Koçeratê ye, li binê çiyayê Qereçox li sînorê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê hilketiye. Ev gund nêzîkî 100 malî ye û niştecihên gund ji eşîreta Mîranî pêk tên ku yek ji eşîretên mezin ên Rojavayê Kurdistanê ye. Di heman demê de hoza Mîranî li sînorê Dêrika Hemkoyê bi giştî neh gundên wan hene ku (Girkendal) yek ji gundên herî girîng û qerebalix ên eşîreta Mîranî ne.
Peywendiyên Nayîf Paşayê Mîranî û Serok Mam Celal
Malbata Nayif Paşayê Mistefa Axayê Mîranî bi yek ji malbatên naskirî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê tê dîtin ku ji bo demekî dûr û dirêj peywendiyeke baş û hevkariyeke berdewam di navbera wan û serokê neteweyî Mam Celal Talebanî û serkirdên din ên şoreşa nû de hebûye, bi taybetî di rojên dijwar ên xebata kurdayetiyê de piştgiriya şoreşa nû û hewldanên Mam Celal kirine ji bo yekrêzî û parastina mafên gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê.
Xelkê navçeyê ve bi germî pêşwazî li Serok Mam Celal kirin
Her weha hêjayî gotinê ye ji bo yekem car di sala 1976 de, Serok Mam Celal bi hevalîniya Newşîrwan Mistefa û Tehsîn Begê Êzîdî û şehîd Hisên Baba Şêx serdana herêma Koçeraniyan li gundê (Doxenzîr) kir ku ser bi bajarê Dêrika Hemkoyê ye, bi armanca beşdarîkirina di serxweşiyeke malbata Nayif Paşayê Mîranî de ku Ebdulkerîmê kurê wan koça dawî kiribû. Dûre ji bo nanê nîvro dibe mêvanê mala dostê kevnar ê Nayif Paşayê Mîranî.

Her wiha di wê rojê de ji aliyê xelkê navçeyê ve bi germî pêşwazî li Serok Mam Celal û şanda pêre hate kirin. Di wê serdemê de çekdarên eşîreta Mîranî çek rakirin û bûn parêzvanên serokê neteweyî Mam Celal, ta ku wî demê ew navçe bi cih hişt, ji ber ku ew der nêzîkî sînorê Iraqê bû.

PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket