WHO:Kongo di bin dorpêça Vîrûsa Ebola de ye
Cîhan 11:21 AM - 2026-08-06
FRANCE 24
Belavbûna Vîrûsa Ebola li Kongo
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî
(WHO) ragihand ku her diçe vîrûsa Ebola li Kongo zêdetir belav dibe.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî
(WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku zêdebûna rewşên Ebola li hindek
herêmên Kongo ji hewldanên pijîşkî zêdetir e,ev qeyran di demekê de ye ku
xebatkarên tenduristiyê yên Kongo ji ber kêmiya mûçeyan di grevê de ne, û heta
niha nêzî 1750 kesan canê xwe ji dest dane.
Ghebreyesus eşkere kir ku belavbûna vîrûsa Ebola li
Komara Demokratîk a Kongoyê ji hewldanên navdewletî û herêmî yên ji bo
kontrolkirina vîrûsê pir bi leztir e.
Ev daxuyanî di dema serdana wî ya li welat de hat,
ku di heman demê de xebatkarên tenduristiyê yên Kongoyê ji ber nepisporî û
kêmiya mûçeyên xwe di grevê de ne.
Ghebreyesus piştî hevdîtina digel rayedarên li
paytext Kinshasayê, li ser hesabê xwe yê torên civakî diyar kir ku piştî sê
mehan ji ragihandina belavbûna vîrûsê ,rewşên nû li herêmên herî zêde bandordar
bûne du qat zêde bûne.
Rêveberê WHO bal kişand ser ku li ser astekî berfireh li hev kirine daku
hewldanên lezgîn û mezin di her warî de werin zêdekirin daku rê li ber vê qeyranê
were girtin.
Li gorî amarên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê
ya Kongoyê, heta roja duşemê 3 hezar û 874 rewşên destnîşamkirî hatine
tomarkirin û ji wan 1751 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ev serdana duyemîn a Rêveberê WHO ye ji dema ku
vîrûs li welat belav bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mûzexaneya Xaneqînê.. Çirayeke zindî ku dîroka bajêr a 80 salî ronî dike
03:33 PM - 2026-08-14 -
Şanda DEM Partî: Vîna hevpar a berdewamiya pêvajoyê hate tekez kirin
11:21 AM - 2026-08-14 -
Parlemanterê YNK çar amûrên şuştina gurçikan bo Çemçemal peyda kirin
05:58 PM - 2026-08-13 -
Erdheja Kolombiya.. Hewldanên rizgarkirinê gihîştine qonaxên dawî
05:41 PM - 2026-08-13
zêdetir tamaşe bike
Tehran kontrola xwe li ser Hormizê tekez dike û Washington gefan dixwe
12:46 PM - 2026-08-14
Mezlûm Ebdî rewşa Serêkaniyê bi şandeya hikumeta veguhêz re gotûbêj kir
10:01 AM - 2026-08-14
Dahata heftiya borî ya Silêmaniyê nêzîkî 8 Milyar Dînar bûye
09:08 AM - 2026-08-14
Li Herêmê pêketek nexweşiya tayê xwînrijê hat tomarkirin
11:02 PM - 2026-08-13
zortrin xwendraw
-
Festîvala berhemên xwecihî li havîngeha Ehmedawa destpê kir
Kurdistan 05:19 PM - 2026-08-13 -
Serokomar: Divê hevbeşiya di navbera dewlet û sektora taybet de bê xurtkirin
Êraq 05:04 PM - 2026-08-13 -
Erdheja Kolombiya.. Hewldanên rizgarkirinê gihîştine qonaxên dawî
Cîhan 05:41 PM - 2026-08-13 -
Sê biryar ji bo çareserkirina pirsgirêka benzînê hatin derxistin
Kurdistan 09:09 PM - 2026-08-13 -
Parlemanterê YNK çar amûrên şuştina gurçikan bo Çemçemal peyda kirin
Kurdistan 05:58 PM - 2026-08-13 -
Li Herêmê pêketek nexweşiya tayê xwînrijê hat tomarkirin
Kurdistan 11:02 PM - 2026-08-13 -
Şanda DEM Partî: Vîna hevpar a berdewamiya pêvajoyê hate tekez kirin
Kurdistan 11:21 AM - 2026-08-14 -
Dahata heftiya borî ya Silêmaniyê nêzîkî 8 Milyar Dînar bûye
Kurdistan 09:08 AM - 2026-08-14






Aplîkêşin

