Amerîka û Îran gihîştine lihevkirinekê û tenê razîbûna rêber maye

Cîhan 10:56 AM - 2026-08-05
Tengava Hormozê PUKMEDIA

Tengava Hormozê

Amerîka û Îran û Omanê ji bo vekirina tengava Hormozê nêzîkin ji rêkeftineke demkî, Amerîka dixwaza îro rêkeeftin û lihevkirinê belav bike.

Li gorî nûçeyeke malpera Axios a Amerîkî, her yek ji Amerîka, Oman û Îranê, gelekî nêzîkî gihîştina bi lihevkirinekê ne ji bo vekirina Tengava Hormozê ku wê ji bo 60 rojan be û bi egera dirêjkirina dema wê jî.
Li gorî lihevkirinê, di wê demê de ti cor bac li ser keştiyan nayê standin li Tengava Hormozê de û hemû keştiyên ku ji tengavê derbas dibin, dikarin rêça bakur bi nav avên herêmî yên Îranê de bigirin ber xwe.

Wekî din, lihevkirin mercê wê yekê tê de heye ku aliyên peywendîdar di nava 30 rojan de bixebitin ji bo paqijkirina mînên deryayî li rêça navendî ya tengavê.
Biryar e jî di pêşerojê de ew rêça navendî li gorî lihevkirineke mayînde ku niha Oman û Îran danûstandinan li ser dikin, bibe rêça sereke ji bo çûnûhatina hemû keştiyên hatûçûyî.
Pêgeha Axiosê eşkere jî kir ku hemû tişt ji bo cîbicîkirina lihevkirinê amade ye û tenê razîbûna Micteba Xamineyî, rêberê bilind ê Îranî maye ji bo ku bikeve warê cîbicîkirinê.

Ev yek jî di demekê de ye ku duh 4ê Tîrmeha 2026an, Wezîrê Genjîneyê yê Amerîkayê eşkere kir ku eger heye îro an sibê derbarê Tengava Hormozê de bi Îranê re li hev bikin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket