Letîf Nêrweyî: Çepkegulê Mam Celal li PUKMEDIA tê derketin
Kurdistan 01:56 PM - 2026-08-03
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî
Îro malpera PUKMEDIAyê her du beşên zimanên Farisî û Turkî vekirin û
berpirsê borda ragihandinê diyar kir ku deste gula Serok Mam Celal li
PUKMEDIAyê xwe dide der û em kêfxweşin ku tîmên dîplomatîk ên li Herêma
Kurdistanê wekî çavkaniyekî girêdayî û cihê pêbaweriyê bi PUKMEDIAyê re mijul
dibin.
Di vê derbarê de Letîf Nêrweyî berpirsê borda ragihandina
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand: Vekirina beşên Turkî û Farisî
ji bo malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) pêngaveke
girînge, ji ber ku ew zimanê du welatên cîran û xwedî hêzên herêmê ne. Her
wiha ev her du welat sînorekî berfireh bi Herêma Kurdistanê re ne, û têkiliyeke
me ya berfireh di warê bazirganî, aborî, çandî, fêrkirin û dîplomasiyê de bi
wan re heye.
Wî da xuyakirin: Bi rêya beşên Farisî û Turkî yên
PUKMEDIAyê, em wekî Yekîtî peyama fermî, siyaset, helwest û dîdara YNK ji bo
pirsgirêkên cuda digihînin raya giştî, noxbeya siyasî, medya û dîplomasiya wan
her du welatan. Çawa ku ji bo wan girîng e ku peyam û siyaseta xwe bi zimanê
şîrîn ê kurdî û bi rêya televîzyon, radyo û medyaya nû bigihînin gelê
Kurdistanê, ji bo me jî girîng e ku em peyamên xwe bi zimanên Farisî û Turkî
bigihînin her du welatên cîran.
Her wiha malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIAyê, îro duşemê 3yê Tebaxa 2026an, di pêngavekî nû de, beşên Farisî û Tirkî
li malperê vekirin. Bi vê pêngavê re malper niha nûçe û agahiyên xwe bi
zimanên: Kurdî (Soranî û Kirmancî), Erebî, Îngilîzî, Farisî û Turkî diweşîne.
Her wiha rûpelekî wê li ser Facebookê bi zaravayê Badînî heye, ji bilî ku rûpel
û kanalên xwe yên taybet li ser torên civakî yên wekî (YouTube, Instagram, X -
Twitterê berê, Facebook û Telegram) hene, û di pêşerojeke pir nêzîk de jî dê
beşa Rusî veke.
Bi rêya vê sekoya medyayî, nûçe û helwestên fermî yên YNK bi
astên herî bilind ên profesyoneliyê, pişta xwe bi çavkaniyan girêdan, rastbûn,
pêbawerî û rêzgirtina li xwendevanan tên belavkirin, û berhemên medyayî yên ji
rapor, nûçe û cureyên din ên rojnamegeriyê tên pêşkêşkirin.
Tête gotin ku malpera PUKMEDIAyê di 22yê Rêbendana 2003yan
de bi biryara Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dest bi
kar kir û heta niha jî berdewam e, ku di destpêkê de bi zimanên Kurdî û Erebî
dest pê kir, paşê çend zimanên din lê hatin zêdekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

