Şandeke YNK beşdarî salvegera jenosîda Êzidiyan dibe

Kurdistan 01:19 PM - 2026-08-03
şanda YNK PUKMEDIA

şanda YNK

Îro duşemê 3-8-2026an, şandeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê beşdarî merasîma 12emîn salvegera jenosîda Êzidiyan bûn.

Şand bi serokatiya Aras Mihemed Axa, endamê Encûmena Serkirdayetiyê û berpirsê navenda 7an a Nînewayê, bi hevrêtiya Dawud Şêx Cundî, berpirsê berê yê navenda Şengalê, û Besman Simo endama Parlamentoya Îraqê, û Mihemed Casim Kakeyî û Wîsam Salim endamên Encûmena Parêzgeha Nînewayê û hejmareke zêde ji kadroyên deverê beşdarî merasîma 12emîn salvegera jenosîda Êzidiyan bûn.

Merasîm li qezaya Şengalê bi amadebûna hejmareke zêde ji berpirsên hikûmî û hizbî û kesayetên Êzidî û parêzgarê Nînewayê ve bi rê ve çû.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket