Rifhet Ebdulah: Em daxwaza naskirina navneteweyî ya jenosîda Êzidiyan dikin

Kurdistan 09:46 PM - 2026-08-02
Rifet Ebdula PUKMEDIA

Rifet Ebdula

Di bîranîna jenosîda kurdên Êzidî de li Şengalê, Rifhet Ebdulla cîgirê serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: Em serî rêz û rûmetê ji bo qurbaniyan ditewînin û tekez dikin ku xizmetkirina Êzidiyan û bidestxistina naskirina navneteweyî ji bo jenosîda wan, erkeke nîştimanî û mirovî ye.

Naveroka peyamê:
Em serê rêz û rûmetê ji bo hemû qurbaniyên jenosîdkirina kurdên Êzidî li Şengalê ditewînin, ku bi destê (terorîstên DAÎŞê) ji bo tinekirina nasnameya neteweyî û olî ya Êzidiyan bi awayekî hovane hate encamdan.
Terorîstan hemû amraz û rêbazek li dijî bihayên olî û mirovahî girtin ber xwe ji bo têkbirina demografiya û çanda pêkvejiyan û ola hezar salî ya navçeyê, lê leheng û camêrên êzidiyên Şengalê û derdorê wekî her tim, parêzgarî li mirovahî, pêkvejiyan û çanda hevqebûlckirinê kirin.

Di vê bîranînê de, em daxwaza naskirina navneteweyî ya jenosîda Êzidiyan dikin û em piştgir û parêzvanên wan in, herwiha xizmetkirina wan erkeke nîştimanî û mirovî ya hemû aliyan e.
Silav ji bo giyanê qurbaniyên Êzidiyan û reşî ji bo terorîstan re
Rifhet Ebdula Cîgirê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket