Buroya Siyasî: Jenosîda Êzidiyan lekeyeke şermezariyê ye û pêwîstiya navçeyê bi avakirinê heye

Kurdistan 08:20 PM - 2026-08-02
Logoya Mekteba Siyasî ya YNK PUKMEDIA

Logoya Mekteba Siyasî ya YNK

YNK

Di salvegera bîranîna 12 saliya dagîrkirina Şengalê û jenosîda Êzidiyan, Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê daxuyaniyek belav dike û tê de tekezî li ser piştgiriya xwîşk û birayên Êzidî û avedankirina Şengalê bi rêya her du hikûmetên Herêmê û Federal dike.

Naveroka daxuyaniya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê:
Salvegera jenosîda Êzidiyan li Şengalê êşeke bi are ku tu carî nayê jibîr kirin û di dîroka gelê me de jî lekeyeke şermezariyê ye li eniya sûcdarên DAIŞê û wan kesên ku bi kêmxemî û bêbakî bûn sedema vê tawanê.
Di vê bîranînê de em hertim piştgirî û piştevaniya xwe ji bo parastina malên xwîşk û birayên Êzidî dupat dikin, dubare dikin ji bo jiyaneke asûde û serbilind de ku li ser axa resen a bav û kalên xwe bijîn.

Ji bo jêbirina şopên bi êş ên tawana jenosîda Êzidiyan, Şengal û derdora wê zêdetir pêdiviya wan bi avakirinê û qerebûkirina ziyanlêketiyan heye ku bi rêya her du hikûmetên Herêmê û Federal a Îraqê ji bo wan bên cîbicîkirin.

Silav û dirûd ji bo rih û giyana pak a şehîdên vî tawanî
Silav ji bo xwediyên şehîdan û qurbaniyan û ziyanlêketiyên destê xapandok a jenosîda Şengalê
Mekteba Siyasî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

 
PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket