Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Ezîdiyan dike

Kurdistan 05:00 PM - 2026-08-02
Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Nivîsingeha Ragihandina Cîgirê Serokê Herêmê

Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa  Cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir û hêvî dike ku ew vê cejnê di atmosferek aram de derbaz bikin.

Naveroka peyama pîrozbahiyê ya Cîgirê Serokê Herêmê:

Bi boneya hatina Cejna Çileya Havînê, ez bi germî pîrozbahiyê li hemû xwişk û birayên Êzîdî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Ez hêvî dikim ku hûn vê cejnê di atmosfereke aram de derbaz bikin û ji bo her kesî bibe çavkaniya bextewariyê û ji bo gelên cîhanê bibe aştî û aramiyê û bibe cihê bereket û vemirandina agirê şer û wêraniyê li çar aliyên cîhanê.

Dubare cejna we pîroz be û her demê şad û bextewar bin.

Şêx Cafer Şêx Mistefa

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

02-08-2026.an

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket