Şanda YNKê pîrozbahiya Serok Bafil û serkirdayetiya YNKê gihand Êzidiyan

Kurdistan 03:29 PM - 2026-08-02
 Şanda YNKê pîrozbahiyê li Êzidiyan dike Melbenda 7 ya Neynewa

Şanda YNKê pîrozbahiyê li Êzidiyan dike

Îro Yekşem rêkefta (02-08-2026).an, Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Aras Mihemed Axa endamê serkirdayetiyê û berpirsê melbenda heftemîn ya Neynewa, bi hevrêtiya Besman Navxweş, endamê parlemana Îraqê û Wîsam Selîm,endamê civata parêzgeha Neynewa û berpirsê komîteyên Beşîqe, Şêxan û El-Qûşê, beşdarî Cejna Havînê ya Êzdiyan bûn.

Şandeyê serdana navçeya Şêxan û navçeyên Beşîqe, Behzanî û El- Quşê kir û ji aliyê Semehat Babe Şêx, malbata Babe Şêx yê koçkirî, rûspiyên wî,Qewal û kesayetiyên Êzidî ve hatin pêşwazîkirin.

Şanda YNKê pîrozbahiyên Serok Bafil, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û serkirdayetiya YNKê gihand xwişk û birayên Êzidî û ji wan re her tim cejnên xweş xwest.

Di dawiyê de, şanda YNKê serdana hejmarek malbatên şehîdan û kadroyên YNKê kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket