Hûsî sepandina bacê bi ser keştiyên bazirganiyê red dikin

Cîhan 01:26 PM - 2026-08-01
Tengava Bab El-Mendeb NASA

Tengava Bab El-Mendeb

Desteya hevrêziya deryayî ya ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve tê birêvebirin, ew rapor red kirin ku dibêjin plan heye ku bacê bixin ser ew keştiyên bazirganî yên ku li Tengava Bab El-Mendeb derbas dibin.

Hûsiyan ragihand: Tu biryareke bi vî rengî nehatiye dayîn û derbasbûna bi wê rêça avî ya stratêjîk re bi bê beramber dimîne.
Ev daxuyanî piştî raporteke ajansa Reutersê tê ku roja Çarşemê hat belavkirin û tê de amaje bi wê yekê hatibû kirin ku Hûsiyên hevpeymanên Îranê lêkolînê li ser sepandina bacên derbasbûnê dikin ji bo ew keştiyên ku li başûrê Deryaya Sor diçin, ew jî hefteyek piştî ragihandina dorpêça deryayî ya li ser Erebistana Siûdî bû.

Li gorî raporta Reutersê, ev pêşniyar di dema serdana nûnerên Hûsiyan bo Tehranê di meha tîrmehê de ligel berpirsên Îranê hatiye gotûbêjkirin, lê çavkaniyan amaje bi wê yekê kirin ku tu nexşeya demkî ji bo cîbicîkirina vê tedbîrê li ser nehatiye lihevkirin.

Navenda hevrêziya operasyonên mirovî (HOCC) ya ku ji aliyê Hûsiyan ve tê birêvebirin ragihand: Xizmetguzariya derbasbûna aram, xizmeteke dildarî û bêpere ye.

Di daxuyaniyê de ev jî hatibû: HOCC piştrast dike ku her kesek an aliyek daxwaza pereyan bike li hember derbasbûna li Tengava Bab El-Mendeb, bi ti awayî û di bin tu navî de nûnertiya Komara Yemenê an jî ya HOCC nake.

Navenda hevrêziya operasyonên mirovî got jî: HOCC daxwaz ji kompaniyên keştivaniyê dike ku tu pereyan nedin û tu agahiyan pêşkêşî kes an aliyên nepejirandî nekin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket