Hejmareke mezin a koçberan herikîn Sebtayê û rewşa lezgîn a leşkerî li Spanyayê hate ragihandin

Cîhan 02:14 PM - 2026-07-31
Koçber PUKMEDIA

Koçber

Pêla derbasbûna koçberan a ji Magribê ber bi bajarê Sebtayê ve yê di bin desthilata Îspanyayê ve vegeriya kirîzeke mirovî û siyasî , piştî derxistina 18 termên koçberan ên ku hewldabûn bi rêya melewaniyê xwe bighînin bajê, di demekê de ku Wezîrê Derve yê Îtalyayê banga rawestandina endamtiya Îspanyayê ya li herêma "Şingin"ê kir.

Ajansa Reutersê ji Wezareta Navxwe ya Îspanyayê îro Înê veguhest ku li gorî texmînên wê, nêzîkî 49 hezar koçber di dema 24 demjimêrên borî de derbasî herêma Sebtayê ya li Bakurê Efrîqayê bûne, piştî ku bi rêya deryayî û bejayî ji Magribû derketin. Ev ji mezintirên oparesyona koçberiyê ye ji sala 2021 ve.
Li hemberî vê derbasbûna komî, desthilatdarên Îspanyayê li bajarê Sebtayê - doh Pêncşemê - daxwaza destwerdana artêşa Îspanyayê kirin ji bo astengkirina derbasbûna bi hezaran kesan li ser sînor bêyî destûr.

Herwiha Wezareta Navxwe ya Îspanyayê roja Pêncşemê tekez kir ku ew ê endamên hêzên çekdar bi cih bike daku piştgiriya cendirmeyan di "parastina ewlehiya li bajarê Sebtayê" de bikin.
Di bin siya hatina vê hejmareke mezin a koçberan de, waliyê Sebtayê Juan Jesus Vivas di hevpeyvîneke ku ji aliyê televîzyona Îspanyayê ve hat weşandin de got: "Em rûbirûyê rewşeke awarte ya mirovî û civakî ne.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket