Ji ber teqîna kaneke komirê 35 kesî jiyana xwe ji dest dan

Cîhan 10:08 AM - 2026-07-31
Pakistan Ajans

Pakistan

Li Belûçistanê kaneke komirê teqiya û ji ber vê yekê nêzîkî 35 karkerî jiyana xwe ji dest dan, tîmên rizgarkirinê yên bajêr jî di nava hewldana rizgarkirina kesên winda de ne.

Li gorî daxuyaniya çapemeniya Pakistanê, ji ber teqîn û hilweşîna kaneke komirê ya li parêzgeha Belûçistana rojavayê Pakistanê, nêzîkî 35 karkerî jiyana xwe ji dest dan û gelek karkerên din jî winda ne.

Di heman demê de li gorî lêkolînên destpêkê, bûyer ji ber teqîna gaza mîsone çêbûye, ku ev yek bûye sedema hilweşîna nişkave ya kanê û di wê demê de 42 karkeran di bin erdê de kar dikirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket