Li bakurê rojavayê Pakistanê 4 çekdar hatin kuştin

Cîhan 03:02 PM - 2026-07-29
Operasyona hêzên ewlekariya Pakistanê Ajans

Operasyona hêzên ewlekariya Pakistanê

Çavkaniyên ewlehiyê li Pakistanê ragihandin ku çar çekdar di operasyoneke ewlehiyê de ku ji aliyê polîs û hêzên dijî terorê ve li navçeya Siwat ya parêzgeha Xeyber ,Pixtûnxwa, ya li bakurê rojavayê welêt, hat lidarxistin, hatine kuştin.

Li gorî nûçeya Geo News ya Pakistanê, ku roja Çarşemê di guhertoya xwe ya Îngilîzî de hatiye weşandin, hêzên ewlehiyê li ser bingeha hewalgirî ku hebûna çekdaran li herêma Reşîd Sar ya parêzgehê nîşan dide,operasyon dest pê kirine û hatiye destnîşankirin ku operasyon hîna jî berdewam dike û heya ku çekdar bi tevahî werin jinavbirin, dê berdewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku Pakistan şahidê zêdebûneke berbiçav di leza êrîşên çekdarî de ye, û piraniya êrîşan li parêzgehên Pakistanî yên li ser sînorê Efganistanê, bi taybetî Xeyber Pixtûnxwa û Belûçistanê, têne ragihandin.

PUKMEIDA





zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket