Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
Cîhan 03:34 PM - 2026-07-28
Reuters
Karîgeriya Erdhejê
Erdhejeke bi hêz bi mezinahiya 7.1 li gorî pîvana Richter
welatê Japon hejand û ji ber wê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û kareba
nêzîkî 40 hezar malî qut bûye, her wiha hişyarî li ser çêbûna Tsunami jî tê
dayîn.
Ajansa keşnasiyê ya Japonê belav kiriye ku navenda erdhejê
li parêzgeha "Kumamoto" bûye û hişyarî ji bo çend parêzgehên din jî
hatiye belavkirin û xetereya çêbûna Tsunamiyê heye, her çendî heta niha ti
çalakiyeke tsunamiyê çênebûye.
Li gorî medyayê Japonê, ew herêma ku erdhejê girt nav xwe,
kargeh û kompaniya lê hene wekî Sony û TSMC ku kompaniyên herî mezin ên
çêkirina perçeyên elektronîkî ne li cîhanê.
Kompaniya "Kyushu" ya ji bo wizeya karebê belav
kiriye ku karebeya nêzîkî 40 hezar malî ji ber erdhejê qut bûye, kompaniyeke
xeta hesin (trênê) jî xizmetguzariya trênan rawestandiye.
Tora televîzyonê ya "TBS" jî belav kiriye ku gelek
kes li navendeke bazirganiyê de jiyana xwe ji dest dan ku ji ber erdhejê zirar
dîtibûn.
Serokwezîra Japonê Sanae Takaichi jî tomarkirina çend
birîndaran, hilweşîna avahiyan û derketina agiran li başûrê rojavayê welatê xwe
ji ber erdhejê ragihand.
Ev di demekê de ye ku di sala 2016an de du erdhejên bi hêz
herêma Kumamotoyê girtin nav xwe ku ya yekem mezinahiya wê 6.5 û ya duyem jî
7.3 bû, ji ber wê 273 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 800 kesên din jî
birîndar bûn, lê erdheja herî bi hêz di sala 2011an de bû ku mezinahiya wê 9.0
bû û bû sedema çêbûna tsunami û mirina 18 hezar û 500 kesan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

