Amerîka û Îranê hinek maye bighînin xalê sifir
Cîhan 11:53 AM - 2026-07-09
PUKMEDIA
Hurmuz
Ew êrîşên ku li Tengava Hurmizê di navbera Îran û Amerîkayê
de rû didin, dibe ku bi temamî dawî li rêkeftina destpêkê ya navbera wan de bîna
û yadeştnameya jihevtêgihiştinê bibe dîrok. Gotinên duh ên serokê Amerîkayê jî
nîşana nêzîkbûna wan a ji xala sifrê re ne.
Êriş û gefên Trump
Duh Donald Trump, serokê Amerîkayê ragihand: Dibe ku
rêkeftina demkî ya ligel Îranê bi dawîbibe. Ev gotina serokê Amerîkayê piştî pêleke nû ya êrişên Amerîkayê bo
ser axa Îranê û bersiva Supaya Pasdaran tê. Hemû pevçûn jî ji ber armancgirtina
sê keştiyên bazirganî derketine holê, ku di du rojên borî de li yengavê
rûbirûyî êrişên Îranê bûne.
Trump di gotinên xwe yên duh ên li Enqereyê de, bi eşkereyî
êriş kir ser Îraniyan û ragihand: Naxwaze di paşerojê de ligel wan mijûl bibe.
Her weha Îranî bi wê yekê tawanbar kirin ku li pişt kêşeyên herêmê ne û Waşîntonê
jî wextekî zêde di miamelekirina ligel Tehranê de ji dest daye, lê tevî vê yekê
jî rê nadin Îran bibe xwediyê çekê atomî.
Çarenûsa danûstandinan
Tevî ku behsa egera dawîhatina rêkeftina destpêkê kir, lê
Trump piştî çend xulekan nîşan da ku ew vekirî ye ji bo berdewambûna
danûstandinan heke danûstandinkar bixwazin. Di vê derbarê de jî got: Ez babetê
ji bo danûstandinkarên me yên hêja dihêlim heke bixwazin berdewamiyê bidin
guftûgoyên xwe, lê ez wê wekî guncav nabînim. Ez ji wan kesan hez nakim
(mebesta wî Îranî bûn).
NATO piştgiriya êrîşan kir
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê (NATO) Mark Rutte
ragihand: Êrîşên nû yên Amerîkayê yên li ser Îranê gelekî pêwîst bûn. Rutte
beriya destpêkirina lûtkeya serokên NATOyê li Enqereyê, ji rojnamevanan re got:
Dema ku agirbestek hebe û Îran bi şêweyekî mezin wê binpê bike, hingê ez pê
bawer im ku gelekî pêwîst e Amerîka bi tundî bersivê bide.
Êrîşên ku Rutte behsa wan dike, Fermandariya Navendî ya
Amerîkayê (CENTCOM) hûrgiliyên wan weşandin, ku ew jî ji armancgirtina zêdetirî
80 binkeyên di nava xaka Îranê de pêk tê. CENTCOMê piştrast kir ku ev operasyon
bersiveke rasterast e ji bo êrîşên dawî yên Îranê, yên ku dji keştiyên di nava
Tengava Hurmizê de encam dabûn.
Dorpêç vedigere?
Ne tenê êrîşên leşkerî bû ku Amerîkayê li ser Îranê encamp daye,
belku Trump ragihand: Dibe ku dorpêça deryayî ya ser benderên wî welatî ji nû
ve dest pê bike. Roja sêşemê jî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê eşkere kir ku ew
destûra ku bi şêweyekî demkî rê dida Îranê neftê hinarde bike, betal kiriye.
Berpirsekî Amerîkî piştrast kir ku reftara Îranê ya di Tengava Hurmizê de, bi
tu şêweyekî ji aliyê Amerîkayê ve nayê qebûlkirin û dê encamên wê yên xirab
hebin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

