Îmad Ehmed: YNK piştgiriyê dide her projeyek zanistî ku xizmeta welat bike
YNK 05:08 PM - 2026-06-29
PUKMEDIA
Pêşwaziya Îmad Ehmed li şanda Navenda Lêkolînên Akademîk
Endamê Mekteba Siyasî û berpirsê Mekteba Ragihandin û
Hişyariyê Îmad Ehmed pêşwaziya şandeyek bilind a Navenda Lêkolînên Akademîk a Nîştimanî
kir.
Di hevdîtinekê de ku alîkarên berpirsê mektebê jî beşdar
bûn, Îmad Ehmed damezrandina navendê pîroz kir û tekez kir ku her projeyek
zanistî û akademîk ku xizmeta welat û neteweyê dike, di berjewendiya YNKê de ye
û ew bê dudilî piştgiriyê didinê.
Îmad Ehmed got jî: Mamosteyên zanîngehê sermayeyek neteweyî
ne û her projeyek ji bo çaksazî û rêvebirina çêtir a karûbarên welatê me û li
ser bingehek zanistî û bi rêya lêkolînên akademîk, wê hingê wekî Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK)ê, em pêşwaziyê lê dikin.
Ji aliyê xwe ve, şandeya Navenda Lêkolînên Akademîk a Nîştimanî
spasiya helwesta neteweyî ya Mekteba Ragihandin û Hişyariyê û berpirsê Mektebê
kirin, û hêvî xwestin ku di navbera her du aliyan de hevkariyek hebe da ku her
erkek neteweyî ya hevbeş a têkildarî rewşenbîrî, medyayê û rojnamegeriyê pêk
were.
Letîf Nêrweyî: Ji bo çareserkirina metirsiyan, pêdivî bi lêkolînên zanistî heyeDi heman demê de, şandeya Navenda Lêkolînên Akademîk a Nîştimanî serdana Borda Ragihandinê ya (YNK)ê kir û ji aliyê Letîf Nêrweyî, endamê Serkirdayetiyê û berpirsê Borda Ragihandinê ve hat pêşwazîkirin.
Berpirsê Bordê bi germî pîrozbahî li navendê kir û hêvî kir ku valahiyek akademîk di lêkolînên neteweyî de tijî bike, nemaze di serdema îroyîn de ku pirsgirêk û gefên cûrbecûr li ser navçeyê, Iraqê û Herêma pir in û pêwîstî bi lêkolînên zanistî yên kur hene.
Ji aliyê xwe ve, şandeya Navenda Lêkolînên Akademîk a Nîştimanî spasiya Borda Ragihandinê kir ji bo dabînkirina îmkanên teknîkî ji bo navendê û daxwaza piştgiriya medyayê kir da ku peyam, lêkolîn û bûyerên xwe bigihîne gelê Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

