Şeşemîn kongireya Komeleya Akademîsyanên Krdistanê li Silêmaniyê birêve çû
Kurdistan 08:14 PM - 2026-06-25
PUKMEDIA
Wêneya Kongireyê
Îro Komeleya Akademîsyenên Kurdistanê li Silêmaniyê şeşemîn
kongreya xwe li dar xist û bi coşeke zanistî ve erkên xwe di ber pêşxistina
proseya xwendinê de li Herêma Kurdistanê didomînin. Di kongreyê de 15
akademîsyen wekî endamên nû yên desteya kargêrî ya komeleyê hatin hilbijartin,
ku hemû ji lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne.
Îro pêncşemê 25/6/2026 li bajarê Silêmaniyê şeşemîn kongreya
Komeleya Akademîsyenên Kurdistanê birêve çû. Ev di demekê de ye ku Komeleya
Akademîsyenên Kurdistanê di nîsana 2013an de kongreya xwe ya dawî pêk anîbû û
çendîn sal bûn ku yasayîbûna hilbijartinê winda kiribû. Îro peyrewa nû ya
komeleyê bi piraniya dengên endamên kongreyê hat pesendkirin; ji tevahiya 421
endamên kongreyê 346 endam amade bûn û nîsaba yasayî ya kongreyê temam bû.
Di encama kongreya îro de, 15 akademîsyen wekî endamên nû
yên desteya kargêrî ya komeleyê hatin hilbijartin. Hemû ji lîsteya Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê ne û di nava wan 15 endamên desteya kargêrî de 4 jin
hene. Ji bilî mislimanan, nûnerên pêkhateyên olî û mezhebî yên cuda jî tê de
cih digirin ku ev yek rengdêriya piralî ya Herêma Kurdistanê nîşan dide.
Nûnerên serkeftî nûneratiya bajarên Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebce, Kerkûk,
Çemçemal, devera Raperîn, Koye û Bexdayê dikin. Herwiha ji bilî neteweya kurd,
di desteya kargêrî de tirkmen wekî pêkhateyeke neteweyî ya din, feylî wekî
pêkhateyeke mezhebî û kakeyî jî cih digirin.
Di heman demê de, baregeha sereke ya komeleyê dê li
Silêmaniyê be û divê di herikîna panzdeh rojan de, ev desteya nû ya ji 15
akademîsyenan pêkhatî di nava xwe de hilbijartinê ji bo van postan bikin:
(Serokê Komeleyê - Cîgirê Serokê Komeleyê - Biryarderê Komeleyê).
Ev komele di tîrmeha 1995an de li bajarê Hewlêrê ji aliyê
komek akademîsyenan ve bi serokatiya xwedêjêrazî P.D. Kemal Xoşnaw hatiye
damezrandin. Rêxistineke akademîk, zanistî, rewşenbîrî û pîşeyî ye û taybet e
bi kesên xwedan bawernameyên master û doktorayê yên li zanîngehan û li derveyî
zanîngehan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

