Fehmî Burhan: Divê pirsa neteweya me me yek bixe
Kurdistan 09:21 PM - 2026-05-08
PUKMEDIA
Fehmî Burhan
Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî rêveberiya Herêmê
radigihîne: Hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi namzedkirina (Elî Zeydî) ne nîgeran
nebûn, berevajî vê yekê peyamên piştgirî û pîrozbahiyê beriya pêkhateyên din
gihandinê. Pêwîst e hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê vê rastiyê fêm bikin ku ev
bernameya kar, nexşerêya çar salên bê ye û kaxezê danûstandina hikûmeta nû ye
bi serokatiya Kurd û hikûmeta Herêmê re. Raste ku em vî qonaxî derbas bikin û
pirsa ax û destkeftên gelê me, me bike yek.
Fehmî Burhan, Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistaniyên
Derveyî Îdareya Herêmê di peyamekê de ragihand: Bernameya kar a çar salên bê ya
Serokwezîr (Elî Zeydî) ku ji çardeh beşan pêk tê, ti rûbereke ji bo kêşeyên
destûrî yên xelkê Kurdistanê tê de nîne. Rast e rêza Kurdî yek û yekgirtî nîne,
em wiha bawer dikin ku her ev bûye sedema bingehîn da ku madeya 140 a destûr û
maf û daxwazên me yên rewa neyên dîtin.
Got jî: Ev pêşhat piştî wê yekê tê ku hêz û aliyên siyasî
yên Kurdistanê bi kandidatekirina (Elî Zeydî) ne tenê nîgeran nebûn, berevajî
vê yekê peyamên piştgirî û pîrozbahiyê beriya pêkhateyên din gihandinê. Pêwîst
e hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê vê rastiyê fêm bikin ku ev bernameya kar
nexşerêya çar salên bê ye û kaxezê danûstandina hikûmeta nû ye bi serokatiya
Kurd û hikûmeta herêmê re. Rast e ku em vî qonaxî derbas bikin û pirsa ax û
destkeftên gelê me, me bike yek.
Fehmî Burhan bal kişande ser wê yekê jî ku: Divê em wê
peyamê bi hevbeşî bigihînin Bexdayê ku tevî piştgiriya me ji bo serxistina
kabîneya (Elî Zeydî) di çarçoveya destûrê de, ligel wê jî di asta mafên rewa
yên gelê me de, bi taybetî li navçeyên nakokbar, em bi kêmtirî tişta ku di
madeya (140) a piştguhkirî de hatiye, razî nabin. Erka parlamenterên me jî ji
wê demê ve dest pê dike ku ev bernameya kar tê parlamentoyê û pêwîst e di
çarçoveya destûra biryardayî de, parastina maf û destkeftên me bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

