Qubad Talebanî bo Komeleya Xwendekaran:Bibin dengê rastî yê xwendekaran
Kurdistan 01:06 PM - 2026-04-26
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Qubad Talebanî, Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Sekreteryayê ya
Serok Mam Celal, bi boneya 50 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên
Kurdistanê, pîrozbahî li rêveber û hemû endamên komeleyê kir û ragihand ku,ji
her demê zêdetir bibin dengê rastîn yê xwendekarên Kurdistanê, daku her
xwendekar rêxistina we wekî parêzvanek bihêz yê mafên xwe bizanibe.
Naveroka peyamê:
Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ya hêja
Em 50 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê bi rêzdarî bi
bîr tînin û rêzê li dîroka rêxistina we ya tijî xebat û qurbanîdanê digirin.
Bi vê boneyê,em pîrozbahiyên xwe yên germ li rêvebir û hemû endamên Komeleya
Xwendekarên Kurdistanê dikin.
Niha me stratejî û siyasetek nû girtiye ber ji aliyekî ve, em dixwazin
asta zanistî ya zanîngehên xwe bilindtir bikin û ji aliyê din ve, planên me
hene ku zanîngehên xwe bi bazara kar ve girêbidin û me ji bo vê yekê pêngavên
girîng avêtine.
Di vê çarçovê de, em pêwîst dibînin ku komeleya xwendekaran bi vê
siyaset û stratejiyê re hemaheng be û bi ramanên nû û nûjen alîkariya me bike,ji
ber ku ev siyaset rasterast xizmeta xwendekaran dike di dîtina derfetên kar de
li bazara kar ya Kurdistanê.
Di heman demê de, em ji we hêvî dikin ku hûn ji her demê zêdetir hewl
bidin ku bibin dengê rastîn yê xwendekarên Kurdistanê, da ku her xwendekar
rêxistina we wekî parêzvanek bihêz ê mafên xwe bizanibe.
Di dawiyê de, em careke din pîrozbahiyê li we dikin û ji we re
serkeftinên zêdetir dixwazin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

