Dane Gas projeya Kormor 250 dest pê dike, hilberîna gazê li Herêma Kurdistanê du qat zêde dike
Kurdistan 03:54 PM - 2025-10-15
Ajans
Teknîsyenek li zeviyeke gazê ya Dana Gas li Herêma Kurdistanê (Malpera Dane Gas)
Dana Gas û Perola Hilal destpêkirina firotina bazirganî ya
gaza xwezayî ya ji projeya berfirehkirina Kormor 250 li Herêma Kurdistanê
ragihandin ev heşt meh ji dema
diyarkirî pêşdetir e, ku yek ji destkeftiyên herî girîng di sektora enerjiyê ya
herêmê de nîşan dide.
Gaveke kalîteyî di hilberîna gazê de
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Dana Gas ve hatiye dayîn, ku
kopiyek ji wê ji aliyê PUKMEDIA ve hatiye wergirtin, projeyê rojane 250 milyon
lingên kûpîk yên standard li kapasîteya heyî zêde kir, ev yek dê kapasîteya
hilberînê ya giştî bigihîne 750 milyon lingên kûpîk di rojê de, û dabînkirina
gazê ji bo hilberîna kareba û wuzeya paqij li herêmê û Îraqê bi giştî zêde
bike.
Veberhênanek ji 1 milyar dolaran derbaz dike
Daxuyaniyê piştrast kir ku lêçûna projeyê 1.1 milyar dolar
e, ku ji hêla Banka Şariqe, Dezgeha Fînansê ya Geşepêdana Amerîka (DFC) û
bendên 350 milyon dolarî yên Pearl Petroleum ve hatiye fînansekirin.
Projeyê zêdetirî 10 hezar derfetên kar peyda kir, 6 hezar
ton Pola bikar anî û 6.2 milyon demjimêrên kar çêkir.
Pabendbûna bi serketin û pêşveçûnê
Mecîd Cefer, Serokê Cî bi cîkar yê Kompaniya Petrola Hilal got:
Temambûna projeyê berî dema diyarkirî delîlek e ji bo pabendbûna me ji bo
Herêma Kurdistanê û şiyana me ya ji bo pêkanîna projeyên mezin bi karîgeriya
asta cîhanî,lê Richard Hall,Serokê Cî bi cîkar yê Dane Gas,
piştrast kir ku ev proje veguherîna ber bi wuzeya paqij ve zêde dike û dibe
alîkar ku dabînkirina karebayê ji herêmê û Îraqê re aram be.
Teknolojiyên Nûjen û Bandorek Erênî li ser Jîngehê
Tesîsa nû rojane 7
hezar bermîl û 460 ton Gaza Herikî hildiberîne, bi karanîna teknolojiyên
pêşketî yên zekaya sûnî ji bo misogerkirina karîgeriyê û kêmkirina emisyonan.
Projeyê heya niha
ji bo pêşîgirtina li belavbûna zêdetirî 59 milyon ton ji Duyemîn Oksîda Karbon jî alîkarî kiriye, û
piştgirî daye hewldanên bê alîbûna Jarbonê li herêmê.
Pearl Petroleum… Stûna Wuzeya herêmê
Pearl Petroleum, ku
Dana Gas, Petrola Hilal û kompaniyên din yên navneteweyî jî di nav de ne, ji
çar santralên sereke yên elektrîkê yên Herêma Kurdistanê dabîn dike û ew ji %80
zêdetir pêdiviyên gaza xwezayî yên herêmê pêk tîne, bandorek erênî li ser
jiyana zêdetirî şeş milyon kesan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

