Sêgoşeya Gilover… Çav Birsî (Birçî)

Nêrîn 03:13 PM - 2026-11-09
Karwan Enwer

Karwan Enwer

Sêgoşeya Gilover
Çav Birsî (Birçî)


Tê gotin ku tenê gorr (goristan) e ku çavê mirovan têr dike, kes jî tiştekî bi xwe re nabe nav gorrê. Tê gotin ku Îskenderê Mekedonî hemû serzemîna kevn dagir dike, êdî ti bejahiyek namîne ji bo dagirkirinê, ji ber wê berê xwe dide ezman û dest bi giryanê dike û dibêje: "Xwedayo, êdî ez li ku derê dagir bikim?" Heman kes dikeve nav cihan û nexweşiyeke pê re çêdibe; wesiyetê ji malbat û derdora xwe re dike ku: "Dema ez mirim, bila her du destên min ji tabûta min derkevin, da ku xelkê serzemîna min (Ser erdê) bizanin ku min tiştek bi xwe re nebir nav gorra xwe."

Bi rastî jî peyva "birsî .. an birçî" ji bo zik tê bikaranîn, lê di avabûna mirov de, têrbûn xemeke ezelî ye; yê heye bi tiştekî kêm têr dibe, yê heye bi tiştekî zêde jî têr nabe. Lewma di zimanê kurdî de peyva- birçî an birsî- bi hemû endamên bedena mirov ve hatiye girêdan: (zika birçî, çavê birçî, berîka birçî,  destê birçî, dilê birçî... hwd). Ji bo her cihekî ji van jî şîrove, kûrkirin û şûrbûneke cuda heye.

Ez dibêjim birçîbûn rewşeke biyolojîk e û hemû zîndewer birçî dibin û divê têr bibin; divê tu wan têr bikî an bixwe hewl bidin ku têr bibin, lewra yê bihêz yê qels dixwe. Qanûna daristanê ji vir derket ku mayîn ji bo yên bihêz e, lê civaka sivîl dibêje mayîn ji bo yên herî baş e, ji ber ku jiyan li ser rûyê erdê berdewam nabe ger mirov bi şerie`ta daristanê hikum bikin.

Birçîtî belav dibe, wê demê yê ku pere pê re hebû ji bo ku zêdetir têr bibe, yên din dixwe; dewlemend hejarî diparêze, lê di gede (mîde) û rûviyên xwe de vedişêre, ev jî ew metirsî ye ku bîrmend bi windabûna soza mirovahiyê bi nav dikin. Ji ber van tiştan e ku dirûşma birçîbûnê ji bo şoreşan, tevgeran, partiyan, kom û desteyan jî dirûşmeke xweş, guncaw û di cih de ye ji bo hemû dem û cihan.

Îcar ev hevkêşe (têrbûn ku dijberê wê birçîbûn e) wekî kêmasiyeke felsefî li hemberî hev disekinin; wekî mînak, mêjî têr be zik birçî dibe, zik têr be nawgel birçî dibe, çav têr be mêjî birçî dibe, berîk têr be hemû endamên bedenê bi dest, çav, mêjî, dil, derûn, hest û nestên wan ve birçî dibin. Lê her kesayetiyek ji bilî ajalan, yanî her bîrmendek bi awayekî ji awayan birçî dibin; di nav wan de birçîbûna desthilatê, kursiyê, pere û pûlan, marke, cil û berg, otomobîl, poz, bonbax (gravat), bîhnxweş, bax û êksesûarên din ên jiyanê... Gelo ger têrkirin erka zîrekan be, wê demê têrbûna zarok û şîrmêjan, zarokên biçûk, jin, dayik, bav, gel, hejar û xwediyên pêdiviyên taybet ne pêvajoyeke hêsan be.

 Bi awayekî giştî ev hevîr avê zêde dikişîne; yê ku birçîtiyeke rastîn nedîtibe nizane ku gelê birçî dîwarên pola jî diherifîne. Zik guvaştin têgehek diyar ê dîroka kurdî bûye, lewra di zimanê me de pirsa bûn, têrî û birçîbûnê gelekî kûr ketiye nava edebiyat, îdyom û zimanê bazarekê jî: (Têr hayî ji birçî nîne, desta mandî li ser zika têre, bi zikekî têr e bi deh birçiyan re, ji yê birçî  mepirse ku behsa nan bike, nanê ceh û dewê tirş bixwî bixwe nexwî çiş...)

Ji van pendan (metelokan) bi taybetî ji nan û dewê tirş derdikeve ku pere tenê hejmar in û tiştekî din nînin, ji ber ku kes ji me nabe Îskender, wî tiştek nebir, qey tu yê çi bibî? Li şûna milyonekî, bila sed milyonî jî werbigirî, lê wekî xayin, xofiroş, dîn firoş, gorra te jî te di nava hemêza xwe de nagire.

Tif li milyon tif li milyaê, tif li dolarê, tif li vîlayê, tif li maşînê, tif li dînar... Ev jî dişibe Sêgoşeya Gilover.

PUKMEDIA