Di navbera Rehendê Neteweyî û Rehendê Niştimanî de
Nêrîn 09:15 PM - 2026-11-03
Ji metirsîdartirîn astengiyên stratejî ku rê
digirin li pêşiya Tevgera Kurdî li Sûriyê, û dibin sedemên parçebûna rêzên wê,ewê ku
Tevgerê nikarîbû programekî riyalist amade bike ku li gorî taybetmendiyên wê
yên neteweyî be, û nikarîbû wê hevsengiya pêwîst ragirê di navbera rehendê
neteweyî û yê niştimanî de.
Ji xwe gelê Kurd li Sûriyê taybetmendiyên
xebata xwe yên neteweyî ji rewşa welatê xwe yê dabeşbûyî wergirtiye, ku beşek
ji welatê wî hatiye girêdan bi sînorên dewleta Sûriyê ve, û ji wê çaxê ve,
Kurdên Sûriyê bûne hemwelatiyên wê dewletê,eger em vegerin destpêka Tevgera
Kurdî li Sûriyê, emê bibînin ku vê astengiyê destpêkiriye bi belavbûna silogana
(Azadkirin û Yekxistin Kurdistan), di demekê de ku di Programa Siyas ya yekem
Partiya Kurdî de li Sûriyê, hatibû gotin: (Piştî ku welatê me Sûriyê were
rizgarkirin ji nav destê koloniyalistan, û desttêwerdanên beyanî di karûbarên
wan yên navxweyî de were bi dawî kirin, wê çaxê Partî wê daxwaz bike ku rewşeke
taybet were peydakirin ji 400 hezar Kurd re ku li Cezîrê û Çiyayê Kurmênc û
Kobanê dijîn, ew jî ji bo bidestxistina mafê wan yên Siyasî û Civakî û Çandî.
Aliyên Şovînî zû karîbûn qazancê bikin ji vê
dijberiya ku rûdabû di navbera Programa vê partiyê de, û belavbûn wê siloganê,
ku wek binpêkirinê ji rehendê niştimanî re di hate hijmartin, û wek xurtkirina
rehenda neteweyî di hate dîtin, lewma ewan aliyên nijadperestî ew silogan kirin
behane ji bo zîndanî kirina piraniya serkirdeyên Tevgera Kurdî li Sûriyê û bi
sedan kadir û alîgirên wê, û tawanbarkirina wan bi daxwaza parçekirina Sûriyê,
û avakirina (Isra’îla duyem), û di encamên vê nakokiyê de girtî di zîndanê
dabeş bibûn li ser dû aliyan. Aliyek pabend mabû bi programa partiyê ve, bi
serpereştiya Serokê Partiyê Dr. Nûredîn Zaza, û aliyê duyem jî mabû girêdayî bi
wê siloganê ve, bi serpereştiya Endamê Mekteba Siyasî Osman Sebrî.
Tevî ku ev alî jî destberdarî wê siloganê bibû
piştî azadkirin wan ji zîndanê, lê ew birîna nakokiyan di nav herdû aliyan de
kûrtir bûbû ta gihiştbû qonaxa parçebekirina Yekem Partiya Kurdî li Sûriyê,
sala 1965’an.
Em naxwazin vegerin wê qonaxê ku Tevgera me
gihandibû vê rewşa niha, lê ji bo wergirtina ezmûnan, û rakirina wan astengiyan
ku Tevgera Kurdî dajone ber deriyên girtî, bi sedema parçebûna aliyên wê li dor
siloganên li dijhev ku herdû rehendan berçav nagirin, û guh nadin rewşa gelê Kurd
ya dijwar, ev rewşa wêranker ku erkekî dîrokî dixe ser milê Tevgera wî ya
Siyasî, da ku wî belez ji wan astengiyên çarenivîs derbaz bike, ew jî bi riya
bi destxistina biriyara xwe ya siyasî, û avakirina kesayetiya xwe ya taybet.
Di vî warî de, Konfiransê 26’ê Nîsana 2025’an,
pêngaveke dîrokî bû ber bi vê arasteyî ve, lê belê tevî vê yekê hin alî hene ku
dibêjin: Ev Konfirans miriye ji ber ku nerîna wî ya siyasî dan bi Fîdraliyetê
daye bê ku hebûna desthilat demkî li ber çavan bigire, çimkî ew desthilat ne
tenê razî nabe bi daxwaza Fîdraliyetê, lê gotina (Dîmoqratiyê) jî bi yekcarî wê
ji nav gotara xwe rakiriye û nehiştiye.
Bi rastî ev gotin di rengê xwe de diruste, ji
ber ku divê rewşa desthilata demkî li Şamê li ber çavan were girtin, lê ya
balkêş ewe ku evan kesan bi xwe di gotin emê ji Konfirans vekişin eger
Fîdraliyet neyê erê kirin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23



Aplîkêşin

