Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
Cîhan 05:20 PM - 2026-08-26
Ajansa Anadol
Tengava Hormuzê
Berdevkê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê Ferîq Husên Mohebbi ragihand ku di
derbarê Tengava Hormuzê de bi Umanê re hin rêkeftin hatine kirin û got:Vekirina
Tengava girêdayî pesendkirina mercên Îranê ji aliyê Amerîka ve ye.
Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê:Vekirina Tengava girêdayî pesendkirina mercên Îranê ji aliyê Amerîka ve ye
Li gor raportek ajansa Anadol ya Turkî; Ferîq Husên Mohebbi, berdevkê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, di civîneke
çapemeniyê de derbarê bûyerên heyî de daxuyanî da û ragihand ku Îran li ser
Tengava Hormuzê kontrola xwe heye û got:Berevajî daxuyaniyên rêveberiya Amerîka,
li Kendava Farsê yan jî li Tengava Hurmuzê tu keştiyên leşkerî nînin û aşkere
kir ku hemû keştiyên şer yên dijmin bi kêmî ve 400 kîlometre dûrî Tengava
Hormuzê ne, û ji hêla leşkerî û axê ve, tu keştiyek bêyî destûr û rêveberiya
Îranê nikare ji vê rêya avê derbaz bibe."
Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê: Tengava Hurmuzê ya Îranê û ya Umanê ye
Fermandarê Îranî ragihand ku Tengava Hurmuzê ya Îranê û ya Umanê ye, ku
li hember me ye ku nêzîkî mehek berê, û me bi Umanê re dest bi danûstandinan
kir û gihîştin hin rêkeftinan ku her du alî jî pesend kirin,di encama van
danûstandinan de li ser parvekirinên her du welatan di Tengava Hurmuzê û
parvekirinên dahatê yên Îran û Umanê rêkeftin çêbûn."
Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê:Eger Amerîka pabendî rêkeftinê bibe emê Tengava Hurmuzê vekin
Muhibbi, bi îdiaya ku Amerîka hewl dide ku pêvajoya rêkeftinê di navbera
Uman û Îranê de asteng bike, diyar kir vê rewşê bûye sedema derengketina
pêvajoyê lewra eger Amerîka dev ji astengkirinê berde û vegere yadeştnameya
têgihîştinê ku di 17ê Hezîranê de hatibû îmzekirin,em dikarin Tengava Hurmuzê
di çarçoveya rêkeftina ku hatiye îmzekirin de vekin,ji ber vê yekê, divê mercên
me ji hêla Amerîka ve werin pesendkirin,eger Amerîka mercên me pesend neke,
Tengava Hurmuzê di tu mercan de nayê vekirin."
Di qonaxa yekem ya peymana ku di navbera Îran û Amerîka de di 14ê
Hezîranê de bi navbeynkariya Pakistanê hate kirin de, biryar hat dayîn ku li
hember berdana mal û milkên cemidî yên Îranê ji aliyê Amerîka ve, Tengava
Hurmuzê were vekirin û Îran ji bo derbazbûna ji vê rêya avê ya stratejîk 60
rojan xercê nestîne.
Piştî îmzekirina peymanê, Amerîka mal û milkên cemidî yên Îranê bernedan
û ji bo derbazbûna ji Tengava Hurmuzê rêyeke alternatîf di nav avên axa Umanê
de destnîşan kir.
Îranê van kiryaran wekî binpêkirina peymanê dît, derbazbûna ji Tengava
Hurmuzê sînordar kir û êrîşî hin keştîyên ku hewl didan bêyî destûr derbaz
bibin kir,tevî peymanê, aloziya di navbera her du welatan de zêde bû, û di 8ê
Tîrmehê de li dora Tengava Hurmuzê pevçûnên tund derketin holê, ku bi qasî du
hefteyan dom kir.
Îranê bi Umanê re, ku bi Tengava Hurmuzê ve sînor e, ji bo avakirina
rêyên derbazbûnê yên ewle ji bo keştîyan, danûstandinan ji nû ve dest pê kir.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbebadî ragihand ku di navbera
Îran û Umanê de ji bo aktîvkirina rêyeke hevbeş li Tengava Hurmuzê rêkeftinek
hatiye kirin.
Xerîbebadî diyar kir ku divê Amerîka
û welatên din bizanin ku Tengava Hurmuzê tenê di çarçoveya rêkeftinên ku ji
hêla Îranê ve hatine destnîşankirin de dê were vekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pakistan.. Ji ber pêketina agirekê 14 zarokên nûbûyî jiyana xwe ji dest dan
10:50 AM - 2026-08-26 -
UNICEF:Li Efganistanê milyonek zarok rû bi rûyê metirsiya mirinê bûne
09:28 PM - 2026-08-25 -
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Siûdiyê pêşwazî li destpêşxeriya HSDê dike
09:12 PM - 2026-08-26
Maureen McClelland dosta gelê Kurd koça dawiyê kir
08:56 PM - 2026-08-26
Wezareta Xwendina Bilind:Beşa Zimanê Kurdî li Çînê hat vekirin
08:43 PM - 2026-08-26
Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
05:20 PM - 2026-08-26
zortrin xwendraw
-
Macron pêşwazî li tevlîbûna HSDê di nav Hikûmeta Sûriyê de dike
Cîhan 10:32 PM - 2026-08-26 -
Wezareta Xwendina Bilind:Beşa Zimanê Kurdî li Çînê hat vekirin
Kurdistan 08:43 PM - 2026-08-26 -
Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
Cîhan 05:20 PM - 2026-08-26 -
Maureen McClelland dosta gelê Kurd koça dawiyê kir
Kurdistan 08:56 PM - 2026-08-26 -
Mamostayên berê yên Rêveberiya Xweser daxwaza vegerandina ser karên xwe dikin
Kurdistan 02:41 PM - 2026-08-26 -
Siûdiyê pêşwazî li destpêşxeriya HSDê dike
Kurdistan 09:12 PM - 2026-08-26 -
Ji ber lehiya li Nepalê bi sedan kes winda ne
Cîhan 02:19 PM - 2026-08-26 -
Pakistan.. Ji ber pêketina agirekê 14 zarokên nûbûyî jiyana xwe ji dest dan
Cîhan 10:50 AM - 2026-08-26


.jpg)


Aplîkêşin

