Mamostayên berê yên Rêveberiya Xweser daxwaza vegerandina ser karên xwe dikin
Kurdistan 02:41 PM - 2026-08-26
Rewangeha Sûrî bo Mafên Miroavan
Dîmenek ji xwepêşandana mamostayan li Hesekê
Îro;Çarşem rêkefta (26-08-2026).an mamostayên ku berê di saziyên rêveberiya xweser de kar dikin, îro li ber
avahiya Rêveberiya Perwerdehiyê ya bajarê Hesekê çalakiyek rûniştinê li darxistin
û daxwaza tevlîbûnê di pêvajoya perwerdehiyê de û vegerandina karên xwe piştî
salan ji bêkarbûnê kirin.
Di wê derbarê de Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand ku xwepêşanderan daxwazên xwe anîn ziman û bang li rayedarên peywendîdar
kirin ku çareseriyek dadperwerane ji bo mercên wan yên kar bibînin û wan
vegerînin kerta perwerdehiyê, û tekez kirin ku ew bi mafê xwe yê pratîkkirina
pîşeyê û sûdwergirtina ji ezmûna wan ya bi salan di kerta perwerdehiyê de
pabend in, di heman demê de bang kirin ku rewşa bendewariyê ya ku ew têde dijîn
bi dawî bibe û dosyaya wan bi zelalî çareser bibe.
Çalakiya rûniştinê di çarçoveya mijareke berfirehtir ya derbarê
çareserkirina rewşa karmendên perwerdeyê yên ku di saziyên rêveberiya xweser de
kar dikin, digel rêkarên yekkirina saziyên perwerdeyê û ji nûve organîzekirina
rewşa karmendan li parêzgeha Hesekê de tê.
Ev yek di demekê de ye ku,di heyva Tîrmeha borî de,
Rêveberiya Perwerdehiyê bang li mamosteyên ku ji ber sedemên têkildarî şoreşa
Sûriyê ji kar hatibûn avêtin kir ku ji bo temamkirina rêkarên îmzekirina
peymanên vegera ser kar werin cem wê.
Di heman demê de, komîteyek ji Wezaretên Perwerdehiyê û Geşepêdana Îdarî
vê dawiyê dest bi vekolîna dosyayên karmendên perwerdehî û kargêrî kir ku berê
beşek ji rêveberiya xweser bûn, daku amadekariya temamkirina rêkarên tevlîbûnê û
çareserkirina rewşê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pakistan.. Ji ber pêketina agirekê 14 zarokên nûbûyî jiyana xwe ji dest dan
10:50 AM - 2026-08-26 -
UNICEF:Li Efganistanê milyonek zarok rû bi rûyê metirsiya mirinê bûne
09:28 PM - 2026-08-25 -
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Siûdiyê pêşwazî li destpêşxeriya HSDê dike
09:12 PM - 2026-08-26
Maureen McClelland dosta gelê Kurd koça dawiyê kir
08:56 PM - 2026-08-26
Wezareta Xwendina Bilind:Beşa Zimanê Kurdî li Çînê hat vekirin
08:43 PM - 2026-08-26
Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
05:20 PM - 2026-08-26
zortrin xwendraw
-
Macron pêşwazî li tevlîbûna HSDê di nav Hikûmeta Sûriyê de dike
Cîhan 10:32 PM - 2026-08-26 -
Wezareta Xwendina Bilind:Beşa Zimanê Kurdî li Çînê hat vekirin
Kurdistan 08:43 PM - 2026-08-26 -
Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
Cîhan 05:20 PM - 2026-08-26 -
Maureen McClelland dosta gelê Kurd koça dawiyê kir
Kurdistan 08:56 PM - 2026-08-26 -
Mamostayên berê yên Rêveberiya Xweser daxwaza vegerandina ser karên xwe dikin
Kurdistan 02:41 PM - 2026-08-26 -
Siûdiyê pêşwazî li destpêşxeriya HSDê dike
Kurdistan 09:12 PM - 2026-08-26 -
Ji ber lehiya li Nepalê bi sedan kes winda ne
Cîhan 02:19 PM - 2026-08-26 -
Pakistan.. Ji ber pêketina agirekê 14 zarokên nûbûyî jiyana xwe ji dest dan
Cîhan 10:50 AM - 2026-08-26


.jpg)


.jpg)
Aplîkêşin

