Salvegera koça dawî ya hunermed Cemîl Horo
Wêje û Huner 04:29 PM - 2021-09-19
Cemîl Horo (jdb. 10ê adarê, 1934 Serîncek, Efrîn - m. 19ê îlonê, 1989) dengbêjekî kurd e.
Carekê rojhilatnasekî li sêr Kurdan gotiye: Her Kurdek dengbêjek e . Lê her dengbêjek nikare hêsr bibe û pelên dara zêtûnê biweşîne. Cemîlê Horo yek ji wan dengbêjan e ku dikare pelê dara zeytûnê biweşîne.
Cemîl Horo hunermendê Kurd ji herêma Efrînê, yek e ji wanên ku kezebê, ji qîra di riwê feleka bê ol de, rêş kirine. Heya roja ku wî, bi mirineke zêr, ji nav me barkir jî, banga wî ew bû ku gulê wî ji bin mîlê rêş derînin û her ku ewê di ber goristana Henên rê dibore, dengê wî di kûraniya gorê de dibhîze û jê dixweze ku mîlê rêş ji sêr rakin . Lê ka em rê bidin jiyana wî û bihêlin bila ew ji me re biaxavî.
Kurtejîna Hunermend CEMÎL HORO
ji kalê Horo û pîra Siltan e ; Siltan dê ye, Hor bav e.
Dîroka bûna Cemîl : 10.3.1934 ; Serîncekê (?).
Law:
Ehmed (piling), 1960, ji jina pêşin e ; navê wê Henîfe ye, ji Mabeta ye.
Mihemed Reşîd (Henîf),1965.
Horîk, 1969.
Henan, 1973 (sê salî tê kuştin).
Henan, 1979.
Elî, 1983.
Keç :
Mizgîn, 1967.
Siltan, 1978.
Narîn, 1982.
Kurdistan, 1984.
- Sê ziman nas dikirin : kurdî, tirkî, û erebî. - Bi avakirina Partî re, Cemîl dikeve xebatê. - Bendîxana Sûriyê çend cara dinase û êşkencekirinê jî tê de dibîne. - Hin stranên ku daketinî ser sêlikan : Memê Alan, Feteh beg, Ûsibî Şer, Xana Dinê, Eyşa Îbê, Cebelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey lawo, Xezala Menda, Lo bavo, Naylecan. - Di çûna xwe ya Tirkiyê de Eyşe şanê dibîne û bi Kemal Ûrgun re, hersêk sêlikekê derdixînin. Strana wan a navdar a Memê Alan e ; - Di 2.7.1972 - yan de, mehrêcana Sûq el-Întac çê dibe, Cemîl digel hinek hunermendên Kurd wekî Selah Resûl û Seîdko tê de beşdar dibin. Cemîl Horo di gelek ciyên dinê de vexwendiyê mehrecana ye. Sala 1989, Cemîl Horo çav dane hev û li Gorristana Henên hatiye veşartin, goristana ku Nûrî Dêrsimî lê. Cemîl Horo, Dilbirîn : Navê Dilbirîn, wa diyar e piştî kuştina lêw, sernavê Dilbirîn bi ser ketiye ; yan wî zêde kiriye, yan dosta bi ser ve xistiye. Wek tê xuyan, wî bi xwe ew nave bi ser xwe xistiye. - Jiyna Cemîl Horo ji vê pir pir firehtir e ; ji dost û hevalên Cemîl tê xwestin ku bi hûrgilî çêrê bibinê.
Arya Cimo
PUKmedia-wikipedia
hewal ziyatr
-
Pakistan.. Ji ber pêketina agirekê 14 zarokên nûbûyî jiyana xwe ji dest dan
10:50 AM - 2026-08-26 -
UNICEF:Li Efganistanê milyonek zarok rû bi rûyê metirsiya mirinê bûne
09:28 PM - 2026-08-25 -
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Siûdiyê pêşwazî li destpêşxeriya HSDê dike
09:12 PM - 2026-08-26
Maureen McClelland dosta gelê Kurd koça dawiyê kir
08:56 PM - 2026-08-26
Wezareta Xwendina Bilind:Beşa Zimanê Kurdî li Çînê hat vekirin
08:43 PM - 2026-08-26
Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
05:20 PM - 2026-08-26
zortrin xwendraw
-
Macron pêşwazî li tevlîbûna HSDê di nav Hikûmeta Sûriyê de dike
Cîhan 10:32 PM - 2026-08-26 -
Wezareta Xwendina Bilind:Beşa Zimanê Kurdî li Çînê hat vekirin
Kurdistan 08:43 PM - 2026-08-26 -
Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
Cîhan 05:20 PM - 2026-08-26 -
Maureen McClelland dosta gelê Kurd koça dawiyê kir
Kurdistan 08:56 PM - 2026-08-26 -
Mamostayên berê yên Rêveberiya Xweser daxwaza vegerandina ser karên xwe dikin
Kurdistan 02:41 PM - 2026-08-26 -
Siûdiyê pêşwazî li destpêşxeriya HSDê dike
Kurdistan 09:12 PM - 2026-08-26 -
Ji ber lehiya li Nepalê bi sedan kes winda ne
Cîhan 02:19 PM - 2026-08-26 -
Pakistan.. Ji ber pêketina agirekê 14 zarokên nûbûyî jiyana xwe ji dest dan
Cîhan 10:50 AM - 2026-08-26


.jpg)


.jpg)
Aplîkêşin

