Kinyazê Îbrahîm Mîrozoyêv kî bû
Kurdistan 05:53 PM - 2021-08-09
Prof., akadêmîk, kurdolog, serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê, serokê Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurda (FNDK) Knyazê Îbrahîm (Князь Мирзоев) 8ê Tebaxê 2021a koça dawî kir.
*
Mamoste Knyazê Îbrahim 1ê Gulana 1947an li Ermenîstanê hatîye dinê.
Rojhilatzan, kurdzan, rexnevanê wêjeyê, doktorê zanistên fîlolojîyê, profesor, akademîsyenê, di Ûnîvêrsîteya Qazaxistanêye Dewletê ya Almatê da serekê navenda zimanên cîhanê û serekê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanêye bi navê “Berbang” e.
K.Mîrzoyev demeke dirêj di Ûnîvêrsîteya Dewletê ya Ermenîstanê da, li ser para ziman û wêjeya Azerbaycanê serektî kiriye. Di encama şerê azerî û ermenîyanda, di salên 90î da mala xwe bar kirîye Qazaxistanê, di Ûnîvêrsîteya Abay a Dewletê li Almatê serektîya para Fîlolojîya Rojhilat kiriye û bûye Prorektorê (cigîrê rektor) ûnîvêrsîteyê.
Di bin serektîya K. Mîrzoyev da ji dehan zêdetir kes profesîya fîlolog û zanyarîyê qezenc kirine. Bûye şêwirmendê gelek monografîyên doktorayê. K. Mîrzoyev ku li bajarên weke Parîs, Berlîn, Brûksel û hwd. endamê gelek ûnîvêrsîte û enstîtuyên lêgerîna zanistê ye, li bajarên weke Almatê, Moskva, Sankt-Petersburg, Bakû, Êrîvan, Tîflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Brûksêl û Tehranê weke çalak beşdarî konferansên zanistî yên teorîk û praktîk bûye.
K. Mîrzoyev endamê Yekîtîya Nivîskarên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovêta Sosyalîst), serekê para Azerbaycan a Yekîtîya Ermenîstanê bûye û redaktorîya kovara “Edebî Ermenîstan” kiriye. Di heman demê da K. Mîrzoyev endamê PEN-a Kurde û li Almatê serredaktorîya kovara “Nûbar” dike, ku ev kovar bi kurdî û rûsî tê weşandinê.
K. Mîrzoyev di jîyana civakî û sîyasî ya kurdên Sovêta berê û Komara Qazaxistanê da roleke çalak dileyize. Bûye cîgirê serekê Yekîtîya Giştî Kurdên YKSSyê1991). Ji 28ê îlona 2003an da serektîya “Berbang” - Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê dimeşîne. Ji sala 2002yan va cîgirê serekê Yekîtîya Komeleyên Kurd ên Navneteweyîye (Moskva).
Di 22ê cotmeha 1998an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di hêla civakî û perwerdeyê de.
Di sala 2006an da pirtûka wî ya bi navê “Zimanê kurdî” ku du cîld in û ji bo komên 2-5 û 6-9 hatîye amadekirin, ji alîyê Wezareta Perwerde û Zanistê ya Qazaxistanê va hatibû pesendkirin, weke pirtûka dersê derkete ronahîyê. Wî usa jî sala 2006an “Bername û rêberîya mêtodîkayê ji bo mamosteyê zimanê kurdî” amede kirîye (ji bo dersxanên 2-9-an).
Zimanên weke kurdî, ermenî, tirkî, azerî, rûsî, qazaxî û farsî dizane.
Pirtûkên wî yên girîng:
“Ji dîroka têkilîyên wêje ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.
“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqa kurdan de”. Êrîvan, 1975.
“Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.
“Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.
“Pira dostanîyê”. Bakû, 1989.
“Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.
“Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.
“Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.
“Kurd. Ansîklopedîya biçûk”. Almaata, 2001.
“Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.
“Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.
“Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.
“Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.
“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî/.
“Antolojîya dîrok û wêjeya kurd”. Almata. /Bi qazaxî/ (li ber weşanê ye).
(01.05.1947- 08.08.2021
Hejarê Şamil
hewal ziyatr
-
Pakistan.. Ji ber pêketina agirekê 14 zarokên nûbûyî jiyana xwe ji dest dan
10:50 AM - 2026-08-26 -
UNICEF:Li Efganistanê milyonek zarok rû bi rûyê metirsiya mirinê bûne
09:28 PM - 2026-08-25 -
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Siûdiyê pêşwazî li destpêşxeriya HSDê dike
09:12 PM - 2026-08-26
Maureen McClelland dosta gelê Kurd koça dawiyê kir
08:56 PM - 2026-08-26
Wezareta Xwendina Bilind:Beşa Zimanê Kurdî li Çînê hat vekirin
08:43 PM - 2026-08-26
Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
05:20 PM - 2026-08-26
zortrin xwendraw
-
Macron pêşwazî li tevlîbûna HSDê di nav Hikûmeta Sûriyê de dike
Cîhan 10:32 PM - 2026-08-26 -
Wezareta Xwendina Bilind:Beşa Zimanê Kurdî li Çînê hat vekirin
Kurdistan 08:43 PM - 2026-08-26 -
Berdevkê Supaya Pasdaran:Îran û Umanê li ser Tengava Hurmuzê lihevkirin
Cîhan 05:20 PM - 2026-08-26 -
Maureen McClelland dosta gelê Kurd koça dawiyê kir
Kurdistan 08:56 PM - 2026-08-26 -
Mamostayên berê yên Rêveberiya Xweser daxwaza vegerandina ser karên xwe dikin
Kurdistan 02:41 PM - 2026-08-26 -
Siûdiyê pêşwazî li destpêşxeriya HSDê dike
Kurdistan 09:12 PM - 2026-08-26 -
Ji ber lehiya li Nepalê bi sedan kes winda ne
Cîhan 02:19 PM - 2026-08-26 -
Pakistan.. Ji ber pêketina agirekê 14 zarokên nûbûyî jiyana xwe ji dest dan
Cîhan 10:50 AM - 2026-08-26


.jpg)


.jpg)
Aplîkêşin

