Divê were parastin ne hilweşandin

Kurdistan 10:44 AM - 2026-08-12
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Tevgera kurdî li Sûriyê, ji destpêka damezrandina xwe ve , wate ji sala (1957).an ve, rastî gelek êrîşên dijwar hatiye ku li dijî siyaset û armancên wê hatine kirin, her wiha gelek hewildan jî hatine dayîn ji bo kêmkirin û daxistina moralê kadir û têkoşerên wê, çi ji nav rêzên Tevgera Kurdî, yan ji aliyê desthilatên Şovînî yên ku hemû awayên zordestî û serkutkirin û dûrxistinê, li dijî vê tevgerê bikar anîne ;tevî van astengiyan jî lê Tevgera Kurdî her xebata xwe berdewam kiriye di navbera çakûçê siyasetên Şovînî yên dijwar û sindiyana aliyên kurdî yên xweperest de.

Bê guman, Tevgera kurdî li Sûriya, di tevaya xebata xwe ya dûr û dirîj de, di rewşeke gelekî dijwar û awarte de derbaz bûye, û pêwestiya wê bi lêvegereke rexneya avaker heye, ji bo rastkirina şaştiyên wê yên ku hene, û xurtkirina rola wê, bi awayekî ku li gorî astê van guhertinên kûr û pêşveçûnên li dûv hev be, ku welat ji (15) salan ve têre derbaz dibe, û vê qeyrana Sûriyê perde ji ser şaştî û kêmasiyên Tevgera Kurdî daye aliyekî, û xalên qels û lawaziya wê eşkere kirine, bi taybetî piştî herifandina rêjîma Be’is, û bi destxistina desthilatê ji aliyê rêxistina (HTŞ), û rêvebirina welat bi takrewî, û sepandina yek rengî li ser dezgeh û saziyên demkî, û piştguhxistina pêkhatiyên netewî û olî bi taybetîpêkhatiya Kurdî, ku ew duyem mezentirîn pêkhatiya netewiye li Sûriya, û dûrxistina wan ji beşdariya rasteqîne di avakirina Sûriye ya nû de.

Ev rewşa wêranker û dijwar, Tevgera Kurdî li Sûriyê neçar kir ku mil bide ber fişara raya giştî ya Kurdî û Kurdistanî û navdewletî, û yekem car di dîroka xwe de konferansa xwe ya berfireh li bajarê Qamişlo di 26 nîsana 2025.an de, li darbixe, li jêr navnîşana (Konferansa Yekhelwist û Yekrêziya Kurdî) ku nûnerên partiyên siyasî û saziyên rewşenbîrî û civakî yên Kurdî, her wiha nûnerên hêzên Kurdistanî yên serekî, û nûnerê hepeymana navdewletî ya li dijî terorê li Sûriya, hemû di vê konferansê de beşdar û amade bûn, û di encamê de konferans bi yek nêrîna siyasî ya hevbeş ji bo çareserkirina pirsa Kurdî û ya niştimanî li Sûriyê, bi dawî bû, û yek şanda Kurdî jî hate destnîşan kirin ku bi navê Tevgera Kurdî li Sûriyê danûstandinan digel hikûmeta demkî re li Şamê bike li ser bingeha nêrîna hevbeş;ku ev karê pîroz bû cihê dilxweşiyê li cem gelê Kurd û dostên wî li her cihî.

Lê belê hindek aliyên naskirî ji nav Tevger Kurdî li Sûriyê, nikarîbûn xwe ji ezezîtî û ji nakokiyên xwe yên navxweyî rizgar bikin, û li gor berjewendiyên xwe yên teng meşiyan, û bi tena xwe berê xwe dan Şamê, ku hikûmeta demkî jî her ev tişt dixwest, lewma hikûmetê ew şandeyên yekalî bi germî pêşwazî kirin, bi armanca ku şanda Kurdî ya hevbeş pûç bike û hilweşîne, û şêweyê danûstandinê li ser pirsa Kurdî bide guhertin û bi arasteyekî din ve bibe, ji ber ku ev pirs bi xwe pirsek netewî taybete bi zêdetir ji (15%) ji tevaya hejmara xelkê Sûriya ye, û pêwiste di destûra nû de were çareserkirin û destnîşankirin,û bi tenê vê pirsê wek pirseke îdarî bibîne, û wê di çend postên hikûmî û perlemanî de kurt bike û di dema ku hemûyan çavdêriya raya giştî ya Kurdî û Kurdistanî dikirin, ku li dijî van aliyan raweste û bisekine û ji wan bixwaze ku pabendî derencamên konferansa yekhelwist û yekrêziya Kurdî bibin,di vê demê bi xwe de hindek deng hatin bilindkirin û bihîstin, çi li vir yan li wir, ku êrîşê dibin ser Tevgera Kurdî li Sûriyê bi tevayî, û wê bi giştî gunehbar dikin, û jê dixwazin ku xwe bi yekcarî hilweşîne û doza lidarxistina kongreyekê dikin bi hêviya ku ji nûve wê li gor pîvanên bejn û bala xwe bi dirûn û avabikin.

Eger ew aliyên ku van daxwazên wêranker dikin werin naskirin û destnîşan kirin, wê eşkere bibe ku hindek ji wan kesan yên ku têkçûne û di rêvebirina partiyên xwe de binkeftin anîne û di karê xwe de bi serneketine, û di seranserî bi dihan salên dawî de rola xwe lîstine, çi bi vê şêweyî yan bi şêweyên din, di hilweşandina rêzên Tevgera kurdî de li Sûriyê, û destek wan ya dirêj hebû di pûçkirina şanda Kurdî ya hevbeş de, û di berevajîkirina derencamên konferansa yekhelwist û yekrêziya Kurdî de.

Li şûna ku ev kesên têkçûyî û binkeftî, werin gotina Şemşûnê Cebar dûbare bikin, ku dibêje: (Li ser min û li ser dijminê min jî), û li şûna ku doza hilweşandina peykerê rêxistinî yê mayî ji laşê Tevgera Kurdî li Sûriya bikin, baştir ewe wan fedakariyên giranbuha yên bi sed hezaran xebatkar û têkoşeran pêşkêş kirine, bi bîra xwe bînin, ku wan hemû qurbanî dane û didin li dijî siyasetên rêjîmên Şovînî û diktatorî.

Her wiha pêwiste ew dilsozê pirsa xwe ya netewî bin û kar bikin û wan astengiyan bidin aliyekî û rakin ji pêşiya derencamên konferansê 26 nîsana 2025.an, û rê xweş bikin li ber şanda Kurdî ku heya roja îro her ew nûneratiya rewa ye ya Tevgera Kurdî dike li Sûriye, û bi dirustî jî kar bikin ji bo çareserkirina pirsa Kurdî di destûra Sûrî ya nû de, wek pirsek ya netewî, û ev yek nayê bidestxistin bi riya hilweşandina Tevgera Kurdî û herifandina wê, lê bi tenê bi riya avakirina kesayetiya vê tevgerê, û parastina biriyara wê ya siyasî ya serbixwe û xwedîderketina li taybetmendiyên wê yên netewî.

07.08.2026

PUKMEDIA 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket