Bila yada Şengalê bikin derfetek ji bo yekxistina mala Kurd

Nêrîn 04:32 PM - 2026-08-03
Rêbwar Sitar

Rêbwar Sitar

Karesata Şengalê ya birîndar, ku di 3ê Tebaxa 2014an de ji aliyê koma terorîstî ya DAIŞê ve hat serê xwişk û birayên me yên Êzidî, yek ji rûpelên herî diltezîn, qirêj û nemirovane yên dîroka nûjen û qirkirineke rastîn e; tê de bi hezaran zilamên bêtawan bi zindî hatin binaxkirin, jin û keçên Kurd hatin revandin û wekî koleyan hatin bikaranîn, sedan zarok û kalûpîr ji ber birçîtbûnê û tîbûnê li Çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan, ku ji ber kûrahiya qebareya wê ji aliyê civaka navneteweyî ve bi fermî wekî jenosîd û tawaneke li dijî mirovahiyê hat naskirin.

Di wê rojê de xelkê Şengalê xelkekî bêtawan û zulmlêkirî bûn, li zêdê xwe mijûlî debara jiyana xwe bûn. Hemû armanca wan ew bû ku çawa Şengalê ava bikin, lêbelê komek pêrçemkên kûr û kîn di dil de û bi hovane avêtin ser axa Şengalê û xelkê wê, û ya ku kirin di kuştin û birçîkirinê de li ser wan anîn û malên wan bi ser wan de xera kirin. Ev ê ku DAIŞ`iyan kir ji mirovahiyê dûr e. Eva Şengalê dilopeke behra xedrê, heke em behsa karesat û nehematiyên gelê Kurd bikin, dibe ku bi çendîn nivîs, fîlm, drama û lêkolînan bi dawî nebe, ji ber ku her roj gelê me bi êşeke kûr ve nalandîne.

Piştî raperînê û hilweşandina rejîma Baasê, Kurdistan û Iraq ketin qonaxeke nû ya hikûmraniyê û dewletdariyê, ku tê de aliyên siyasî yên Kurd û Iraqî bi hev re gav avêtin ji bo xurtkirina Iraqa nû û Herêma Kurdistanê. Serokên Kurd rola mezin û bandorker di aramiyê de lîstin û têkiliya di navbera herêm û Bexdayê de xurt kirin, bi taybetî rola mezin a Serok Mam Celal di wî warî de.

Tevî ku alozî û girjiyên navçeyê bûn sedema nearamiyê û carinan bandor li ser pêgeha herêmê kirin, û carinan jî aliyên siyasî yên Kurd girjî çêkirin, lê belê tu carî negihîşt wê astê ku aramî û nîştimana herêmê bikeve metresiyê. Heke ji ber nêrîna siyasî ya aliyan sarî çêbûbe jî, lê rewşa Herêma Kurdistanê tu carî negihîştiye vê asta asêmayî ya ku niha pê re derbas dibe, ku sedema wê zexta siyasî û berjewendiyên teng ên hizbî ne. Bi curekê ku xelkê Herêma Kurdistanê di rewşeke tirs û nîgeranî û heta radeyekê di ne aramiyê de dijîn; ji aliyekî ve krîza siyasî, astengkirina parlamentoyê û paşketina pêkanîna hikûmetê, û ji aliyê din ve jî krîza darayî, pirsgirêka mûçeyan, bêkarî û kêmbûna kareb, neft û benzînê ku bûne giranî ser rewşa xelkê.

Lê belê hêj hêviya xelkê negihîştiye binkaftinê û hêviya wan ew e ku ev rewş dê derbas bibe û aliyên siyasî êdî dema wê hatiye ku dest ji berjewendiyên taybet berdin û dest bidin hev û bi hev re ji bo xizmetkirina xelkê bixebitin. Heke berê jî çendîn hewldan ji bo rûniştin, danûstandin û gotûbêjê hatibin kirin lê serketî nebûbin, ji ber wê niha dema wê hatiye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) – wekî ku her dem hêvî û umêda xelkê bûye – destpêşxeriyekê bike ji bo yekxistina aliyên siyasî û careke din deriyê gotûbêjê veke.

Bi taybetî di vê rewşê de, bila hevpeymaniya YNKê û Nifşê Nû (Newey Nû) ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di bîranîna karesata Şengalê de bibe derfeteke mezin e ji bo ji nû ve xebata bi hev re û bidawîanîna vê rewşa xitimî ya herêmê. Daku wekî wefayekê ji bo qurbaniyên Şengalê û xwîna şehîdên nemir bigihin rêkeftinekê, parlamentoyê çalak bikin û hikûmeteke nû ya xelkê pêk bînin ku ji bo xizmetkirina xelkê be, dawî li van qirîzên li pey hev bînin, û bi hev re herêmeke avadankirî û bi hêz birêve bibin û pêgeh û giranahiya Kurd li Bexdayê xurtir bikin daku bi temamî hemû mafên rewa yên gelê me werin bi cih anîn.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket